Li Îsraîlê şevek zehmet, ji Trump ultimatom, li Tehranê teqîn

Li Rojhilata Navîn tansiyona şer bilind dibe. Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo Tengava Hurmuzê 48 saet dem da Îranê. Îranê jî bersiv da gefê. Ji bo Îsraîlê jî şeveke zehmet bû. Li navenda Tehranê bombardûman.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku roja Yekşemê êrişên hewayî biriye ser navenda Tehranê. Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li ser "dilê rejîmê" hate kirin. Ev bûyer piştî êrişên hilweşîner ên Îranê yên li ser başûrê Îsraîlê qewimî.

JI BO ÎSRAÎLÊ 'ŞEVEKE ZEHMET'

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştî êrişên bi fuzeyan ên Îranê daxuyanî da û got, "Ev şev, di têkoşîna me ya ji bo paşerojê de şeveke gelekî zehmet bû."

Netanyahu got, "Em bi biryar in ku li her eniyê li dijminên xwe bixin."

Di êrişa Îranê de ya li bajarê Aradê yê li başûrê Îsraîlê herî kêm 59 kes birîndar bûn, hate ragihandin ku rewşa 6 ji wan giran e.

Sibeha Yekşemê her wiha li Qûdsê dengê teqînan hate bihîstin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan fuzeyên nû yên ji aliyê Îranê ve hatine avêtin tespît kirin û sîstema parastina hewayî ketiye dewrê.

TRUMP TÊKILDARÎ TENGAVA HURMUZÊ ULTIMATOM DA

Trump li ser medya Truth Social ultimatom da Îranê û got, "Îran eger ji vê kêliyê û pê ve heta 47 saetan Tengava Hurmuzê ji nû ve veneke, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka wê êrişa herî mezin a bibe ser santralên eletkrîkê yên cuda yên Îranê û tine bike."

Vê daxuyaniyê tengezariya li ser Tengava Hurmuzê zêdetir kir ku ji bo bazirganiya global û enerjiyê krîtîk e.

JI ÎRANÊ PÊNGAVA DIJBER: BINESAZIYÊN HERÊMÎ DI HEDEFÊ DE NE

Artêşa Îranê jî ragihand ku eger gefên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE bikevin meriyetê wê li binesaziyên enerjiyê yên li herêmê û navendên paqijkirina avê bixin.

Rayedarên leşkerî diyar kirin ku navendên avê, ragihadinê û enerjiyê yên DYE û hevalbendên wê dikarin yekser bibin hedef.

JI ÎRANÊ DAXUYANIYA TÊKILDARÎ HURMUZÊ: DÎPLOMASÎ SEREKE YE

Îranê diyar kir ku ew amade ne bi Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî re hevkariyê bikin û xwest li Kendavê ewlekariya deryayê bê zêdekirin.

Rêveberiya Tehranê ragihand ku Tentgava Hurmuzê "Ji bilî dijminan" li trafîka keştiyan re vekiriye û derbasbûn bi koordînasyonê dewam dike.

LI IRAQÊ BAREGEHA LEŞKERÎ BÛ HEDEF

Li nêzî Bexdayê baregeheke leşkerî bû hedefa balafirên şer ên bêmirov. Her wiha li navenda bajêr roja Şemiyê di êrişeke din de rayedarekî îstîxbaratê jiyana xwe ji dest da.

ŞER LI LUBNANÊ DEWAM DIKE

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li başûrê Lubnanê operasyonên bejahî yên li ser hedefên Hîzbûllahê dewam dikin. Hate îdîakirin ku di operasyonan de li depoyên çekan hate xistin û gelek endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.